Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Gelek rayedarên dewletê di êrîşa li ser Îranê de hatin kuştin

Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîl û DYE’yê ya li dijî Îranê de gelek fermandarên payebilind ên Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê (IRGC) û berpirsên siyasî yên nêzîkî Îranê di êrîşên hewayî û deryayî de hatine kuştin.

Îsraîl û DYE’yê vê sibê operasyoneke leşkerî ya hevpar li dijî Îranê dan dest pê kirin. Çavkaniyek nêzî desthilata Îranê ji Reutersê re, ragihandin ku di êrîşan de fermandarên payebilind ên Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê û hin berpirsên siyasî hatine kuştin.

Medyaya dewletê ya Îranê, ragihand ku li gelek bajaran Kum, Îsfahan, Kirmanşah û Karajê, bi taybetî li Tehranê, teqînên mezin rû dane. Çavkaniyê ewlehiyê ku ji Walla’yê re axivî, diyar kir ku DYE’yê rasterast tevlî êrîşan bûye. Rayedarek DYE’yê jî da zanîn ku operasyon bi hêzên hewayî û deryayî tên meşandin.

Reutersê, ragihand ku rêberê olî yê Îranê Elî Xameneyî birine deverek ewle. Medyaya Îranê, ragihand ku navenda îstîxbaratê ya Muhafizên Şoreşê hatiye hedefgirtin. Îranê qada xwe ya hewayî girt.

Rayedarê ewlehiyê yê Îsraîlê, diyar kir ku çend meh berê operasyon hatibû plankirin û yek ji hedefên sereke cihên avêtina fuzeyan û baregehên dronan bû. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, got ku armanca operasyonê bidawî anîna rejîma Îranê ye.

Li Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin û li dijî îhtîmala êrîşên fuzeyan hişyarî hatin dayîn. Îranê, ragihand ku ew ji bo tolhildanê amadekariyan dike û bersiv dê "wêranker" be. Li bakurê Îsraîlê, Quds û Tel Avîvê dengê sirenan hatin bihîstin.

Rageşiya li herêmê belavî welatên din jî bû. Behreyn, Qeter û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî ketin nava rewşa awarte; tedbîrên ewlehiyê li dora baregehên Emerîkî hatin zêdekirin.